All NewsTop

Dem dema destpêkirina diyaloga serbestiya vîzeyê bi Ermenistanê re ye. Konseya Ewropayê bi 504 dengên erê biryarname qebûl kirîe

Pêşnûmeya ku di rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê de derbarê pêwîstiya nêzîkbûna têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Ermenîstanê û peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de hat pêşkêşkirin, bi 504 dengên erê, 4 dengên na û 32 dengên bêalî hat qebûlkirin.

Li gor raporta nûçegihanê “Armenpress”ê li Brûsêlê, di biryarnameyê de, parlementerên Parlementoya Ewrûpayê pêşwaziya xwesteka bibiryar ya Ermenistanê bo bihêzkirina peywendiyên bi YEyê re dikin û qebûl dikin û bang li organên cîbicîkar yên Yekîtiya Ewrûpa, Komîsyona Ewrûpa û Konseya Ewrûpayê dikin, ji bo bersiveke erênî bidin vê daxwazê ​​û berdewamkirina pêkanîna Hevkariya YE-Ermenîstanê, rojeva nû ya lihevkirî, tekezî li ser hewcedariya aktîf şopandina pêşaniyên hevpar ên ambargoyê dike. Di biryarnameyê de tê gotin ku dema destpêkirina diyaloga serbestiya vîzeyê bi Ermenistanê re hatiye.

Endamên Parlamentoya Ewropayê bang dikin ku li ser îhtîmala dayîna statuya berendamê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê, Ermenîstanê binirxînin. Parlamenterên PEyê di wê baweriyê de ne ku ger Ermenîstan bi wergirtina statuya namzetê re eleqedar be û li ser riya reformên domdar ku demokrasiya xwe xurt dike bidomîne, ev yek dikare bibe bingehek ji bo qonaxek veguherînê di têkiliyên YE-Ermenîstan de.

Bi biryara pejirandî, parlamenterên Parlamentoya Ewropayê bang li rêvebirên Yekîtiya Ewropayê dikin ku bi awayekî aktîf piştgiriya Ermenîstanê bikin ji bo zêdekirina hevkariya bi YEyê re, ne tenê di warê şirîkatiya aborî, di heman demê de diyaloga siyasî, entegrasyona sektoran û hevkariya di warê ewlehiyê de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button