
Cara dawîn buhaya gazê li Komara Ermenîstanê 5 sal berê di 1ê Çileya 2019an de hatibû diyarkirin. Li gorî nûçeya Armenpressê, Cîgirê Wezîrê Rêvebirî û Binesaziyê Hakob Vardanyan li Meclisa Neteweyî ev tişt got.
Bihayê gazê li komara Ermenîstanê ev 5 sal in sabît e û îhtîmaleke gelek mezin heye ku nirxê gazê herî kêm 8 salan wek xwe bimîne, eger li cîhanê guhertinên mezin ên jeopolîtîk û bazarê çênebin. Wedê gaz bi 3000 dolarî îstîqrar bibe, ji Ermenîstanê re zehmet e ku 160 dolaran biparêze.
Li gorî cîgirê wezîr, di sala 2022an de peymaneke zêde hatiye îmzekirin û li gor wê peymana gaza li Ermenîstanê gere heta sala 2031an nava nirxa heyî de bimîne, bi hin mekanîzmayan.







