All NewsTop

Helwestên Azerbaycan û Tirkiyê wek hev in: Mîrzoyan derbarê navbeynkariya Enqerê de

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan diyar kir ku Tirkiyeyê gelek caran hewl daye ku di pêvajoya çareseriya Ermenî-Azerbaycanê de navbeynkariyê bike. Mîrzoyan di hevpeyvîna xwe ya bi kanala TRT Worldê de ev tişt got: “Tirkiye di hinek mijaran de hewl daye ku navbeynkariyê bike yan jî herî kêm Ermenistan û Azerbeycanê bike yek?

“Belê, me çendîn hewildanên wisa dîtin. Li gel hemû rêz û hurmetê, bersiva me ew bû ku ji bo navbeynkariyê, û ev ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo hemû aktorên din e, divê em bibînin ku helwest û niyeta navbeynkarê potansiyel bi tevahî hevseng in, bi tevahî bêalî ne. Em dikarin bêjin, bi kêmanî têgihîştin ew e ku helwêstên Azerbaycan û Tirkiyê wek hev in, ku bi gelemperî hawirdora navbeynkariyê çênake. Lê belê me nêrînên xwe pêşkêş kirin û li ser vê mijarê nîqaşeke avaker jî tê kirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button