All NewsTop

Em di gelek mijaran de bi Îranê re li hev nakin, lê li ser Ermenîstanê li hev dikin. Balyozê Fransa

Em li gorî qadên bandorê nafikirin, em li ser mafê her dewletekê difikirin ku serwerî û yekîtiya axa xwe biparêze.

Balyozê Fransa li Ermenîstanê Olivier Decotigny di hevpeyvînekê de ligel Armenpressê ev tişt got: Azerbaycan bi awayekî aktîf çekan ji Tirkiye, Îsraîl û welatên din dikire, di heman demê de Aliyev Fransa bi çekdarkirina Ermenîstanê tawanbar dike û dibe sedema zêdebûna aloziyan. Li herêma Kafkasyayê jî ew bîr û baweriya xwe tînin ziman ku YE bi nûnertiya Fransa bi vî awayî dixwaze rola Rûsyayê li Başûrê Kafkasyayê qels bike.

“Û bi rastî ew ne tenê fikarek ji bo Fransa ye. Di van çend salên borî de, dewleta cîranê Ermenistanê, Îran, gelek caran dilgiraniya xwe li ser serwerî û yekparçebûna axa Ermenistanê ragihandiye.

Em di gelek mijaran de bi Îranê re li hev nakin, lê ev mijarek e ku em li ser li hev dikin. Û bi rastî jî divê hemû welatên endamên Neteweyên Yekgirtî li ser vê pirsê li hev bikin, ji ber ku li gor peymana Neteweyên Yekgirtî, hemû welatên endam yekîtî û serweriya welatên din ên endam nas dikin û divê piştevaniya wan bikin. Ew pabendbûnek hevpar e

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button