All NewsTop

Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê di hevdîtina bi hevkarên Alman ra pirsa vegerandina dîlên şer ên Ermenî yên li Azerbaycanê rawestandîe

Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan heyeta ku Seroka Lijneya Karên Hiqûqî ya Bundestagê Elîzabêt Wînkêlmayêr-Bêkêr serokatiya wê dike qebûl kirîe.

Serokê Meclisa Netewî ya Ermenîstanê bi xêrhatina mêhvanan, geşepêdana peywendiyên dostane yên bi îstîqrar bi Almanyayê re bilind nirxand û tekezî li ser pêşvebirina hevkariyên di navbera parlemanan de jî di forma serdanên dualî de kir.

Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê da zanîn ku Alên Sîmonyan spasiya hevkarên Alman kir ji bo piştgirîya wan a berdewam a reformên demokratîk li Ermenîstanê, bal kişand ser beşdariya serokwezîr Olaf Sûldz pêvajoya aştiya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da.

Alên Sîmonyan encamên sîyaseta şerxwaz a Azerbaycanê pêşkêşî hevkarên xwe yên alman kir, pirsa vegerandina dîlên ermenî yên şer anî rojevê, ku Azerbaycan nêzîkatiyeke wêranker nîşan dide.

Gotûbêjan li ser peywendiyên navbera parlementoya Ermenistan û Almanyayê, kûrkirina hevkariyên Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê, avakirina ewlekariya li Başûrê Kafkasyayê û çend pirsên din nêrînên xwe anîn ziman.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button