All NewsTop

Di Çileya 2024an de bazirganiya derve ya Ermenistanê ji endeksa heman heyama par ji sedî 78,8 derbas bûye

Li Ermenistanê bazirganiya derve ya di Çileya 2024an de bû 2 milyar û 145,7 milyon dolar û li gor heman meha par ji sedî 78,8 zêde bû.

Ev ji aliyê Komîteya Îstatîstîkî ve tê ragihandin.

Li gorî rêbendana par zêdebûn ji sedî 78,8 bû. Lê belê li gorî meha Kanûnê ji sedî 24,1 kêm bûye.

Qebareya îxracatê li gor Çileya 2023an 2,1 qat zêde bû û derket 934,1 milyon dolarî. Li gor Kanûna 2023an îxracat ji sedî 36,1 kêm bû.

Di meha Çile ya îsal de qebareya kelûpelên îthalata Ermenistanê ji hejmara meha ewil a sala 2023an ji sedî 61,4 derbas kir û bû milyarek û 211,6 milyon dolar. Li gorî meha Kanûna par qebareya îthalatê ji sedî 11,2 kêm bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button