Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê bertek nîşanî nûçeyên belavbûyî yên ku tê plankirin ku Serokomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zêlênskî bê Ermenistanê.
Berdevka Wezareta Karên Derve Anî Badalyan li ser pirsa Armenpressê wiha got: “Ez dikarim bêjim ku serdanên payebilind di wextê xwe da tên agahdarkirinê.”
Berî niha di medyayê de hatibû ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zêlênskî dê di meha Adarê de serdana Erîwan û Bakûyê bike. Tê diyarkirin ku serdana Ermenîstanê dibe ku di 4ê Adarê de pêk were.