All NewsTop

Serokwezîrê Ermenîstanê li ser xetera êrîşeke nû ya Azerbaycanê hişyarî dide

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvînekê de ligel France 24 gotîe, Azerbaycan prensîbên pêwîst ji bo peymana aştiyê ya demdirêj pêk nayne.

Wî texmîn kir ku Azerbaycan dê êrîşek din dixaze bike.

Çend roj piştî hevdîtina bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ra, Nîkol Paşînyan diyar kir ku sozên çareseriya aştiyane ya kirîza di navbera her du welatan de rîê kiryarên Azerbaycanê pûçkirin tên kirinê.

Serokwezîr Paşînyan gotîe, Bakû Ermenîstana îro wek “Azerbaycana Rojava” dihesibîne.

Li gor wî, Serokomar Îlham Aliyev naxwaze lihevkirineke aştiyê li ser esasê hevdu naskirina yekparçeyiya axê pêk were, belkî dixwaze herêmên nû li Ermenîstanê dagîr bike.

Derbarê alîkariyên leşkerî yên Fransa bo welatê xwe de jî, serokwezîr tohmetên Bakûyê yên ku dibêje Parîs “bezotê li ser agir zêde dike” red kir û tekez kir, ku Azerbaycan bi milyaran euroyan ji bo bidestxistina çekên xwe xerc dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button