Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvînekê de ligel televizyona France 24 gotîe, Azerbaycan her car di pirsa peyman û hevkariyek nû de di warê leşkerî-teknîkî de deng derdixe, lê Azerbaycan nabêje ku bi salan e bi milyaran çekan dikire. Serokwezîr bersiv da pirsek derbarê hevkariya bi Fransa re di warê leşkerî-teknîkî da.
“Gere reforma artêşa me ti kesî nîgeran neke. Çima, ji ber ku em dibêjin em yekparçeyiya xak û serweriya hemû cîranên xwe nas dikin“.
Belê, em di artêşê de reforman dikin û bi xatirê te, hebûna artêşê mafê serweriya her welatekî ye. Tu welat nikare ti welatekî din bi hebûna artêşê tawanbar bike. Û em dibêjin ku em yekparebûna axa hemû cîranan, ango Azerbaycan, Îran, Tirkiye, Gurcistanê, bê şert û merc qebûl dikin.
Li derveyî xaka ku ji aliyê civaka navneteweyî ve hatiye naskirin, pirsgirêka me bi bikaranîna artêşa xwe nîne û nabe jî. Û li hemberî vê rewşê, Azerbaycan xemgîniya xwe nîşan dide. Çima ew xemgîniya xwe diyar dike? Pirsgirêka wî heye ku li ser axa me ya serwerî çareser bike? Her weha ev rastî, ev reaksîyon e ku sedemek dide gelek pisporan ku texmîn bikin ku Azerbaycan dê siyaseta xwe ya êrîşkar bidomîne.”