
Di sala 2023’an de hilbera navxweyî ya Ermenîstanê (GDP) ji sedî 8,7 zêde bûye û bû 9,5 trîlyon dram, ku li gorî rêjeya heyî dibe 23,5 milyar dolar.
Li gorî daneyên destpêkê yên Komîteya Îstatîstîkê, sektora bazirganî û xizmetguzariyê ji sedî 6,7,
sektora avahîsaziyê ji sedî 1,07,
pîşesazî ji sedî 0,32,
çandinî jî ji sedî 0,02 zêde bûye.
Berhema nesafî ya navxweyî ya serê her kesî par 8 hezar û 168 dolar bûye. Mezinbûna vê nîşanê di salekê de ji sedî 24 e. Di sala 2022-an de, hilbera navmalî ya serê her kesî 6,569 dolar bû.







