All NewsTop

Di dema Paşînyan de deynê dewletê 1,7 qat zêde bûye

Deynê giştî yê Ermenîstanê di salekê de ji sedî 11,3 zêde bûye û di dawiya sala 2023’an de derket 11,8 milyar dolarî.

Her wiha li gorî daneyên Komîteya Îstatîstîkê ku hatine weşandin, sala par deynê navxweyî, ku di berdêla deynên dewletê de ji welatiyên Ermenîstanê re deyn kirine, ji deynê derve bi rêjeyeke gelekî zûtir zêde bûye.

Bi taybetî deynê navxweyî ji sedî 27,5 zêde bû û derket 5,3 milyar dolarî, deynê derve jî di 12 mehan de ji sedî 0,8 zêde bûye û derket 6,5 milyar dolarî. Yanî di sala 2023’an de dewletê zêdetir deyn ji welatiyên xwe girtîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button