All NewsTop

Serokwezîrê Ermenistanê û wezîrê derve yê Amerîkayê tekezî li ser geşepêdana berdewam ya diyaloga stratejîk kirine

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Êntony Blînkên li Munchenê li ser pirsên  rojeva têkiliyên Ermenistan û Amerîkayê axivîne.

Hikûmeta Ermenistanê hûrgiliyên hevdîtina Paşînyan-Blinken di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de eşkere kirîe.

Paşînyan diyar kir. “Em dînamîkên ku di têkiliyên me yên dualî de hene teqdîr dikin. Ez difikirim ku me hevkariyek pir bi bandor ava kir û di sala 2019 de dest bi Diyaloga Stratejîk kir. Îsal jî girîng e, em li bendê ne ku bi hevkarên xwe yên Amerîkî re bi rojeveke berfereh hevdîtin pêk bînin.”

Blinken di serî de destnîşan kir ku Ermenîstan ji bo DYA’yê hevkarekî gelekî bi qîmet e, ew dikarin di her alî de têkiliyên her du welatan xurtir bikin û ev tişt bi Serokwezîr Paşînyan re axivî.

Hevpeyvîn li ser mijarên têkildarî mijarên rojeva têkiliyên Ermenistan-Amerîkayê axivîn, bal kişandin ser geşepêdana berdewam a diyaloga stratejîk.

Di hevdîtinê de, li ser mijarên din ên balkêş jî hatin guftûgokirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button