All NewsTop

Serokwezîrê Ermenîstanê bi Serokê Dezgeha Ewlekarî û Hevkarîya Ewrûpayê re li ser geşedanên li Kafkasyaya Başûr axivîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Myûnxênê da bi Serokê niha yê Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê, Wezîrê Karên Derve, Karûbarên Ewropa û Bazirganiyê yê Maltayê Îan Borg ra hevdîtinek pêk anîe.

Nîkol Paşînyan û Îan Borj jî li ser geşedanên li Başûrê Kafkasya diqewimin de nirxandin kirine. Serokwezîr behsa prensîbên aliyê ermenî yên di pêvajoya birêkûpêkkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê da kirîe.

Di heman demê da tekezî li ser bikaranîna bi bandor a amûrên rêxistinê li gorî erkê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê ji bo beşdarbûna ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya navçeyî hate kirinê.

Pirsên têkildarî hevkarîya pir beşan û pêşdebirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Maltayê de hatin gotûbêjkirinê. Teqezî li ser organîzekirina serdanên dualî hat kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button