Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokê Fona Piştgiriya Demokrasiya Neteweyî Dêymon Wîlson ra hevdîtinek pêk anîe.
Hevpeyvîn li ser reformên ku li Ermenîstanê di warê demokrasiyê da hatine kirinê, pêşdebirina rojeva azwerî ya hikûmeta Ermenistanê, gavên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê, azadiya gotin û çapemeniyê gotûbêj kirine.
Dêymon Wîlson bal kişand ser pêşketina Ermenîstanê di van salên dawî da di warên jorîn da, û amadebûna xwe ji bo piştgirîkirina planên hukûmeta Ermenistanê bêtir nîşan da.
Hevkariya nêzîk a di navbera Hikûmeta Ermenîstanê û Fona Piştgiriya Demokrasiya Neteweyî de hate balkişandinê.