
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Şûlz di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Myûnxênê da civîane.
Berdevka Serokwezîriyê Nazêlî Bagdasaryan da zanîn ku di hevdîtinê de pirsên têkildarî rojeva dualî ya Ermenistan-Almanya û pêvajoya birêkûpêkkirina têkiliyên Ermenistan-Azerbaycanê jî nirxandine.
Nîkol Paşînyan xebatên Serokwezîr Şûlz yên ji bo piştgirîkirina diyalogê û dabînkirina aştî û aramiyê li herêma Kafkasya Başûr bilind nirxand. Serokwezîr dilsoziya Komara Ermenistanê ya ji bo pêvajoya aştiyê dubare kir.
Olaf Şûlz tekezî li ser amadebûna berdewamiya hewlên aştî û diyalogê kirîe.







