
Di civîna sê alî ya Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Şûlz û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîêv li Myûnxênê da, proseya birêkûpêkkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê û gavên ji bo dabînkirina aştî û aramiyê li navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Ev ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve hatiye ragihandinê.
Hat destnîşankirin ku xebatên li ser peymana aştiyê dewam bikin.
Civîna sê alî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Myûnxênê da pêk hatîe.







