
Balyozê Peywirên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan li ser pirsa ku gelek caran jê tê kirin, gelo dê Azerbeycan dîsa êrîşî Ermenîstanê bike an na?
Êdmon Marûkyan li ser platforma X ya tora civakî diyar kir ku bersiva wî ji bo wê pirsê ew e ku Azerbaycan ti bingeheke yasayî nîne ku êrişî Ermenistanê bike. Her wiha ji sala 2021’an û vir ve hemû kiryarên Azerbaycanê êrîşkar in û li gorî hiqûqa cezayê ya navneteweyî sûc tên hesibandin.
“Dagirkirina Azerbaycanê ya li ser herêmên Ermenîstanê bêceza dimîne. Marûkyan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê civaka navneteweyî rewabûna êrîşa leşkerî ya Azerbaycanê qebûl bike û daxwaza vekişîna leşkerên xwe ji herêmên dagirkirî bike û daxwaza vegerandina danûstandinan bike.”







