
K’efîla xwe emin û cime’ta me: k’ese em gere balansa e’skerîyê bidine dasekinandinê, em dikarin miqatî welatê xwevin, bikine welatê bêqezîya. Derheqa vê yekêda CM-da nav qisa t’ev r’ojne’mevana Gagîk Mêlk’onyanê dêpûtatê qelfa CM-ye ÞB, dewsgirtîyê wezîrê xwexweykirinêyî berê da k’ivþê.
“Seva wê yekê em niha t’ev dinê-a’lemê t’erefê destanîna têxnîka e’skerîyêye h’emzemanî, p’eydakirina ç’ek û sîlih’a xevatê dikin. T’ev Hindistanê û Fransîayê idî þertne’mê me hene. Mer’a ne lazime, wekî yek e’skerekî bîne”,- Gagîk Mêlk’onyan e’lamkir.
Ewî t’exmînkir, wekî Ûr’isêtê jî van xilazîya sîlih’ê bi çapa berç’e’v daye, k’îjan gere zûva bidana: “P’areke deyn daye, lê h’erke vê neh’îyêda gere bive e’dlayî, dêmek balansa e’skerîyê gere bê dasekinandinê”,- dêpûtatê ij ÞB got.







