PoliticsTop

De’wa Bek’ûêye h’îmlî ij me “Sivdera Zangêzûrêye”: ya e’ynî T’irkîa û T’Û dixwezin: Em divêjin- na: Mêlk’onyan

De’wa adrbêcanîyaye h’îmlî ij me “Sivdera Zangêzûrêye”, de’wa k’îjanê isa jî Ûr’isêt li me dike, k’îderê e’skerê ûr’isaye sînorvan gere miqavin. Derheqa vê y’ekêda Gagîk Mêlk’onyanê dêpûtatê qelfa CM-ye ÞB,  dewsgirtîyê wezîrê xwexweykirinêyî berê nav qisa t’ev Nyûz.am-ê da k’ivþê.

“Yanî vira t’emam jî dixwezin “Sivdera wane Zangêzûrê” heve. T’irkîa dixweze, Ûr’isêt dixweze, Adrbêcan dixweze. Vira her t’enê Îrane, wekî divêje- ew sivder seva me xeta sore. Em gere serwextvin- ew sivderê bi çi qîmetî bive. Çaxê em divêjin dör’yana e’dlayê, em qayîlin, wekî em wan r’iya vekin, lê ew gere bin qolê medavin. Em navêjin em wan r’iya venakin. Ûr’is, t’irk, adrbêcanî divêjin- na, gere bin qolê weda nînvin.

Erdog’an, çaxê hila hê nehatbû bijartinê, Naxîcêvanêda got- ew r’ê mer’a nelazime, emê Îranêva r’ê derbazkin, ermjnî wê p’oþmanvin, wekî ew r’ê venekirine. Pey bijartinar’a careke din divêjin, wekî “Sivdera Zangêzûrê” wan lazime. Ew dîwannasîyê dilîzin, lê em divêjin na û xilaz. Hine dewleta derewkirin, vir’kirin danîne nav sîasîya xwe”,- Mêlk’onyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button