Serokwezîr Nîkol Paşînyan Serokê Lijneya Komîsyona Aborî ya Avrasyayê Bakîtjhan Sagîntaêv qebûl kirîe.
Serokwezîr carek din bi minasebeta destbikarbûna wî postê nû pîrozbahî li birêz Sagîntaêv kirîe û jê ra karekî bibandor xwest.
Di hevdîtinê de li ser pisên pêşanî û bernameyên serokatiya Ermenistanê di Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de gotûbêj hatin kirinê. Li ser pisên hevkarî û geşedanên aboriyê yên di çarçoveya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de hatin nîqaşkirinê.
Her wiha behsa projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya hikûmeta Ermenistanê jî hat kirinê.