Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 9’ê Sibatê li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve û Ewropayê yê Fransayê Stêfhan Sêjoûnêr ra hevdîtinek pêk anîe.
Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Mîrzoyan bi boneya wergirtina posta Wezîrê Derve û Ewropayê yê Fransa pîrozbahî li hevtayê xwe yê Fransî kir.
“Hevpeyvîn bi hûrgulî li ser gelek mijarên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin, li ser perspektîfên têkiliyên nêzîk ên hevbeş li ser platformên dualî û piralî.
Wezîrên Ermenîstan û Fransayê behsa bûyerên payebilind ên pêşerojê kirin. Ararat Mirzoyan û Stefan Sejourne li ser rojeva hevkarîya Ermenistan û YEyê jî nêrînên xwe dan hev.
Mijarên girêdayî rewşa ewlekariya Başûrê Kafkasyayê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Ararat Mîrzoyan di pêvajoya birêkûpêkkirina têkiliyên Ermenistan û Azerbaycanê de bal kişand ser prensîbên sereke.
Li gorî çavkaniyê wezîrê karên derve yê Ermenistanê bal kişande ser giringî û hewlên Fransayê yên ji bo derbaskirina kêşeyên ewlehiyê li başûrê Kafkasyayê û pêkanîna aştiyek dadperwer û biîstiqrar.
Hat destnîşankirin ku li ser mijarên sewqiyata heremê û bernameyên aboriyê fikr û raman hatin guherandin.