All NewsTop

Em ê di demeke nêzîk da civîna  ya komîsyonên azadkirina sînor organîze bikin. Mhêr Grîgoryan

Di civîna komîsyonên diyarkirina sînor ên Ermenistan û Azerbeycanê da ku di 31ê Çile de hat lidarxistin de pirsîn heyî hatin gotûbêjkirin. Alîkarê Serokwezîrê Ermenîstanê, Serokê Komîsyona Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan di axaftina xwe ya bi NEWS.am’ê re ev agahî daye.

Grîgoryan gotîe, “Prosedûreke me ya xebatê  ku her du welatan kirine û lihevkirinek me heye ku em di çarçoveya ku bi fermî hatine weşandin de ji encamên civînan agahdar bin.”

Grîgoryan li ser amadekariyên civîna pêşerojê axivî. “Li ser civîna bê heta niha lihevkirinek me nîne, lê ez difikirim ku em ê di demek nêz de wê organîze bikin. Em di civînên komîteyê de gelek pirsan nîqaş dikin. Niha ez nikarim agahiyên berfirehtir bidim.”

  Li gorî wî ji bo xêzkirinê gelek malzemeyên pêwîst in, ev karekî mezin e û nayê gotin ku hemû li cihekî kom bûne.

Grigoryan ev daxuyanî wek berteka Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand ku ji bo xêzkirina sînor madeyên pêwîst tenê aliyê Rûsyayê hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button