
Di sala 2023’an de li Ermenîstanê 8 hezar û 761 kesan statûya rûniştinê standin, ji wan 3 hezar û 658 hemwelatiyên Yekîtiya Dewletên Serbixwe û 266 hemwelatiyên Yekîtiya Ewropayê ne.
Welatiyên Rûsya û Hîndîstanê di nav kesên ku statû wergirtî de bi rêzê 3350 û 2035 kes zêde ne. Ji Rûsyayê 2 hezar û 137 kesan û ji Hindistanê jî 41 kesan statûya rûniştina daîmî wergirtin.
Di nîvê duyemîn a sala 2023’an de 370 hemwelatiyên welatên cuda serî li Ermenîstanê dane û ji van 193’an (hemwelatiyên 14 welatan û kesekî ku hemwelatiya wî ne diyar e) bûne penaber. 94 ji wan welatiyên Ukraynayê, 28 welatiyên Haiti, 17 yên Iraqê, 16 yên Sûriyê, 11 welatiyên Îranê, 7 welatiyên Tirkiyê û 6 welatiyên Yemenê ne. Temenên 35-64 salî serdest bûn. Piraniya penaxwazan welatiyên Iraqê (109), Ukraynayê (91), Îranê (57), Misrê (42), Rûsyayê (13) û Tirkiyê (9) bûn.
Di heman serdemê de biryara betalkirina statûya penaberiyê ya 35 kesan hat dayîn. 98 serlêdanên penaberiyê yên 187 kesan hatin betalkirin an jî bidawî hatin.







