
Helwesta Îranê hertim zelal bûye: Vekirina rêyên navçê gere di çarçoveya serweriya welatan da pêk were. Balyozê Îranê li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî di hevdîtina digel rojnamevan û pisporan da ev yek ragihandîe.
Li gorî wî, di cîhanê da tê qebûlkirin ku eger behsa korîdorê bikin, ew wek derfetek ji bo pêwendiyê tê dîtin, lê li vê herêmê ev yek bi awayeke din tê dîtin. Di heman demê da bal kişand ser wê yekê ku gotinên aştî û dostaniyê dikare aştiyê bîne.
Balyozê Îranê di bersiva pirsekê de derbarê kiryarên Îranê yên li hember hewldana Azerbaycanê ji bo vekirina korîdorekê di nav axa Ermenistanê de, bal kişand ser wê yekê ku Tehran nikare texmînan derbarê îhtîmala ku çi bibe û çi nebe bide. “Em ê çawa li Ermenîstanê tevbigerin, ev yek girêdayî helwesta hikûmeta Ermenîstanê ye.
Mehdî Sobhanî her wiha got, eger “Xaçerêya aştiyê” ya ku ji aliyê Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan ve hatiye pêşniyarkirin bikeve jiyanê, wê demê dê ragihandina rêya hesinî jî misoger bibe.
“Di vê rewşê de, dê bi rêya Cûga re rêya hesinî ya ji Naxîçewanê heta Yerashê were danîn. Ev mimkun e û pêkan e,” wî bi dawî kir.







