All NewsTop

Îro li Azerbaycanê hilbijartinên serokomariyê yên awarte tên kirinê

Îro li Azerbaycanê hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê tên kirin û tê de 7 berbijêr beşdar dibin:

Serokomarê bi wekalet Îlham Alîyêv, namzetên xweser Zahîd Ordûj û Fûad Alîyêv, namzetê Partiya Eniya Neteweyî Razî Nûrûlayêv, namzetê Partiya Afirandina Mezin Fazîl Mistêfa, namzetê Partiya Azerbaycana Mezin Êlşad Mûsayêv, namzetê Partiya Eniya Neteweyî ya Yekbûyî Hûdrêt Hesenguliyêv.

Li Azerbaycanê mafê 6 milyon û 478 hezar û 623 kesî heye ku beşdarî hilbijartinan bibin.
Dengdan wê saet di 19:00 de bi dawî bibe.

Em bînin bîra xwe ku serokê niha ji Cotmeha 2003-an vir ve li ser desthilatdariyê ye û berê jî çend caran “ji nû ve” hatiye hilbijartin. Piştî mirina bavê wî Heyder Aliyev, desthilatdarî bi awayekî mîrasî derbasî destê Aliyev Jr. Di hilbijartinên niha de wê çi encam were tomarkirin, diyar e ku rayedarên Azerbaycanê çavdêrên ji pêkhateyên parlemana Ewropayê venexwandine.

Divê were zanîn ku Azerbeycanê li Artsaxa ku ji nifûsa wê hatiye valakirin pêşandaneke hilbijartinê li dar xist. Li vir her çend nifûs tune be jî 23 buroyên hilbijartinê vekirîne. Bakûyê li vir 23 hezar hilbijêr di lîsteyan de cih girt. Karbidestên Azerbaycanê îro rûniştina Serokomarê Artsaxê ya li Stepanakert veguherandin navendeke dengdanê ku Îlham Aliyev û endamên malbata wî lê deng dan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button