All NewsTop

Em piştgiriyê didin projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya ku Paşînyan pêşniyar kiriye. Balyozê Îranê li Ermenistanê

Em projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya ku ji aliyê Paşînyan va hatiye pêşniyarkirin pêşwazî dikin û piştgiriyê didin wan. Balyozê Îranê li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî civîna ligel rojnamevan û pisporan da ev yek ragihandîe.

Wî bi kêfxweşî hazrn bi wê yekê kir ku ev proje li ser esasê rêzgirtina yekparçeyiya axa û serweriya welatên navçeyê hatiye avakirinê.

Li gorî wî, Îran helwesta Ermenistanê bi mentiqî û li gorî pîvanên navneteweyî dibîne.

Balyozê dupat kirîe: “Em pêşwaziyê li girtina rêyan dikin, eger ev yek ji bo berjewendiyên welatên herêmê û di çarçoveya serweriya wan da be.”

Wî her wiha ragihand ku Îran dê li ser platformên navneteweyî piştgiriya Ermenistanê bike da ku beşdarî wan bibe.

“Ermenîstan beşdarî endametiya Îranê ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê bûye. Vê yekê hişt ku di navbera her du welatan da cîroya kelûpelan çend caran zêde bive.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button