All NewsTop

Balyozê Îranê diyar kir ku Ermenîstan ji aliyê gihandina Behra Reş li hemberî Azerbeycanê hê dest dide

Heger em rêyên ku  ser Azerbeycan û Ermenîstanê ra derbas dibin ber bi Behra Reş va bidin ber hev, em ê bibînin ku ev rê du roj berê di nav axa Ermenîstanê ra derbas dibe. Balyoz ê Îranê li Ermenistanê Mehdî Sobhanî roja  civîna ligel rojnamevan û pisporan da ev yek ragihande.

Dîplomat anî ziman ku ji bo balkêşiya rêya ku di Ermenîstanê re derbas dibe zêdetir were zêdekirin, pêdivî ye ku qanûn werin serbestberdan, baca gumrikê were kêmkirin, riyên nû werin çêkirin an jî yên heyî werin başkirinê.

Wî hivîa bi wê yekê jî kir ku di demek nêzîk da tê plankirin ku civîneke  her du welatan lidar bixin û dê di vî warî de kar bikin.

“Ji bo Îranê, Ermenistan rêya herî baş e ji bo derketina ji bakur û Behra Reş. Ji bo Ermenîstanê jî Îran ji bo derketina başûr, heman bendera Çabeharê cîhê herî baş e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button