All NewsTop

Ermenistan dê beşdarî Foruma Veberhênanê ya Cîhanê bive

Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan, Midûrê Giştî yê “Kongreya Veberhênana Cîhanê” Valîd Farghalîn ku bi serdaneke xebatê li Ermenîstanê ye, qebûl kirîe.

Li ser vê yekê Wezareta Aboriyê ya Ermenîstanê peyamek weşand.

Di hevdîtinê de mijarên têkildarî beşdarbûna Ermenîstanê ya di Foruma Veberhênanê ya Cîhanê (AIM) a ku ji aliyê Kongreyê ve tê organîzekirin û nûnertiya pavyona Ermenîstanê de hatin nîqaşkirinê.

Aliyan li ser gavên ku ji bo baştirkirina jîngeha veberhênanê û zêdekirina balkêşiya sermayeguzariyê hatine avêtin bîr û rayên xwe dan hev.

Konferans platformek veberhênan û pêşkeftina cîhanî ye ku salê du caran zêdetirî 6,000 beşdarên veberhênanê ji 160 welatan dicivîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button