All NewsTop

Dersa zimanê Fransî li Akademiya Leşkerî ya Vazgên Sarkîsyan

Nûnerên kadroyên rêveberiya Akademiya Leşkerî ya Sên-Sîr a Hêzên Çekdar ên Komara Fransaê hatbûn mêvan Akademiya Leşkerî ya bi navê Vazgên Sarkîsya.

Mêvanan li qada akademiyê geriyan, şert, derfet û bingeha perwerdehiyê nas kirin. Struktur, çalakî û bernameyên perwerdeyê yên akademiyê ji wan re hatin pêşkêşkirin.

Pirsên têkildarî têkiliya akademiyan hatin nîqaşkirin.

Bi beşdariya Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Arman Sarkîsyan û Balyozê Awarte û Temamî yê Komara Fransayê yê li Ermenîstanê Olîvîêr Dêkotîgny, li akademiyê dersxaneya fransî ya ku bi çareseriyên nûjên hatine çêkirin hat vekirinê.

Di çarçoveya hevkariya her du akademiyan de rûmeta birîna korta sor hat dayîn kadetê Fransî yê ku li Ermenîstanê dixwîne û kadetê ermenî yê ji bo xwendinê diçe Fransayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button