All NewsTop

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qedexeyên çûnûhatinê yên li ser axa Ermenistanê sivik kirîe

Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo karmendên li ser axa Komara Ermenîstanê qedexeyên rêwîtiyê sivik kirîe. Ev li ser rûpela facebookê ya balyozxaneyê hatiye ragihandin.

“Agahdarî ji bo welatiyên Dewletên Yekbûyî: Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî ji bo karmendan qedexeyên rêwîtiyê sivik kirîe. Li gorî tixûbên ku di danezana berê da hatine pêşkêş kirinê, hişyariyên li vir nerm dibin, “di peyamê da tê gotinê.

Qedexe ji bo vana ev in: navçeya Gêrgûnîkê li rojhilatê Vardenîsê, navçeya Syunikê li rojhilatê Gorîsê, navçeya Syunikê li başûrê Kapaniyê, ji gundê Yeraşxê yê navçeya Araratê hatûçûn qedexe ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button