Sefareta CÎÎ-ye Ermenîstanêda e’lamnivîsar belakirîye- bi k’ivþkirina, wekî K’emal Xarazîyê t’emîdarê r’êberê CÎÎ-yî r’öh’anî, sedrê þêwra eleqetê derekeye de’wmeþanêdinê merk’eza “Orbêlî”-ye þirovekirinêda r’astî xebîr û fikirdarê ermenîya hatîye.
E’lamnivîsarêda k’ivþdive, wekî Xarazî k’êlma xweda, bi destnîþankirina eleqetê Îranê û Ermnîstanêye t’arîxî û xêrxwezîyê û h’emdê Îranê pirsa k’ûrkirina wanda, paþda veger’yaye ser pêþdaçûyînê Qafqasmîya Ce’nûbêdaye meþêda. “CÎÎ alî serbestî, xweh’ököm û t’omerîbûna t’opraxa t’emamîya welatê neh’îyê dike û t’ö cûr’eyî göhastina sînorê dinîanîgarîyê h’esavnake ya qebûlkirinê”,- Xarazî daye k’ivþê.
Ewî binxetkirîye, wekî Îran, çawa girêfûtka r’ê-dirbê þimal-r’oava û r’ohlat-r’oavaye navr’aderbazbûnê, hazire mecalê xweye malhebûnîyê û ö’lmî ber pêþdaçûyîna neh’îyê bide xizmetkirinê.