All NewsTop

Wezîrê karên derve û şêwirmendê rêberê giranqedir ê Komara Îranê li ser pirsên ewlehî û îstiqrarê li başûrê Kafkasyayê gotûbêj kirine

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê, Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Derve Kemal Xêrazî ra hevdîtin kire.

Di hevdîtinê da her du alî li ser pirsên curbicur ên derbarê rojeva hevkariyên çend beşî yên Ermenistan û Îranê da gotûbêj kirine û bal kişandin ser asta bilind a diyaloga siyasî ya navbera her du welatan û dînamîkên aktîf ên pêşxistina peywendiyan. Ji bo vê mebestê tekez li ser giringiya hevkarî û  pirojeyên hevbeş navbera her du welatan da warên enerjî, aborî û warên din da hate kirinê.

Hevdîtinê da pirsên ewlekarî û aramiya li Başûrê Kafkasyayê hatine gotûbêjkirinê. Wezîr Mîrzoyan nêzîkatiyên Ermenistanê bi berfirehî pêşkêş kir û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina bê şert û merc ji bo yekparçeyiya axa Ermenistanê, binpêkirina sînoran û serweriya Ermenistanê kirîe.

Ararat Mîrzoyan di çarçoveya jinavbirina binesaziya navçê da, helwesta erênî ya Komara Îranê li bara bernameya “Xaçerêya Aştiyê” ya ku ji aliyê dewleta Ermenistanê va hatiye amadekirin û pirensîpên wê yên sereke bilind nirxandîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button