All NewsTop

Mijara parastina mîrateyên çandî yên li Qerebaxê di rojeva Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê da ye. cîgirê wezîr

Mijara parastina mîrata çandî ya ermeniyan li Qerebaxê her tim di rojeva Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê da ye.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan ra wiha gote.

“Pirsa parastina mîrateyên çandî yên li Qerebaxê di rojeva me da ye. Ev pirsa hem di desteya rêveber a UNESCO û hem jî di beşên din ên pêwendîdar da tê rojevê. Ger tê bîra we, di Kanûna 2020an de Desteya Rêveber a UNESCOyê biryar da ku şandeyeke lêkolîna rastiyan bişîne Qerebaxê da ku di cih de rewşê bişopîne û rewşa abîdeyên mîrata çandî çawa ye.”

Cîgirê wezîr amaje bi wê yekê kir ku di vê heyamê da ew bi berdewamî kar dikin daku serdana şandê pêk were.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button