All NewsTop

“Fitch” pêşbînî dike ku di sala 2024an da li Ermenîstanê mezinbûna aborî ji sedî wê 6 bive

Li gorî pêşbîniya saziya dengdanê ya navneteweyî Fitch Ratings, mezinbûna aboriya Ermenistanê di sala 2024an de ji sedî 6 wê bive, sala 2025an da jî dê ji sedî 4,9 bive. Peyama ajansê da agahî hatin dayînê.

Li gorî analîstên ajansê, li Ermenîstanê sala duyemîn a li pey hev mezinbûna aborî ya xurt tê dîtin û di sala 2023’an da ya rastîn ji sedî 7,4 zêde bûye. Mezinbûn li ser hesabê koçberan hatîe, ku bû sedema zêdebûna xerckirinê li welêt, û her weha li ser hesabê hatina nêzî 110,000 penaberan ji Qerabaxa Çiya.

Lê dîsa jî, nirxa Ermenîstanê di asta “BB-” da diparêze, Fitch ji bo aboriya welêt xetereyên jeopolîtîk dibîne.

Tê gotin ku Ermenîstan niha hewl dide bi Azerbaycanê re piştî ku axa Qerabaxê dagir kirîe, peymana aştiyê pêk bîne.
“Li gorî me, metirsiyên jeopolîtîk hene, ji ber ku di navbera her du welatan de çend pirsên nakokî hene, nav wan da avakirina girêdana Azerbaycan û Nahicevan ê, ku dê di nav axa Ermenistanê re derbas bibe, û destnîşankirina sînor. “, peyamê de tê gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button