All NewsTop

Serokwezîr li ser mekanîzmayên garantiyên ewlehiyê yên ku Ermenistan di têkiliyên bi Azerbaycanê re pêşkêş kirîe

Komara Ermenîstanê ji xeynî axa xwe ya serwerî tu îdiaya li ser erdekî din tune û gere tu kes jî li ser axa komara Ermenîstanê çevê xa danene.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çalakiya pîrozbahiyê ya ku ji bo 32yemîn salvegera Artêşa Komara Ermenîstanê da ev tişt gotîe.

“Wek ku min gote, em amade ne ku garantiyên bidin, lê em ji yên din garantiyên bi vî rengî hêvî dikin.

Em amade ne ku bi wî awayî biçin û ji bilî vê, me çend mekanîzmayên garantiya ewlehiyê pêşkêşî Azerbaycanê kirine.

Wek mînak, neynikê vekişîna leşkeran ber bi sînorê îdarî yên Komara Sovyeta Sosyalîst a Ermenîstanê û Komara Sovyeta Sosyalîst a Azerbaycanê. Ew sînor bi Daxuyaniya Alma-Ata ya sala 1991ê bû sînorê dewletê û Ermenistan û Azerbaycanê di 6ê çirîa paşin 2022an de li Pragê li hev kirin ku li ser vê bingehê yekparetiya axa hev nas bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button