PoliticsTop

T’irkîa bona “Dewleta îslamîyê” merk’eza  berevnivîsar û navr’aderbazbûna tirsk’araye: prokûratûra t’irkî                       

Encamanînê gönek’arkirinêye miqabilî “Dewleta îslamîyêye” hindava prokûratûra T’irkîaêda erêdive, wekî T’irkîa bûye merk’eza milê “Dewleta îslamîyêyî” Efng’anistanê.

Bi t’ehwîlkirina malp’er’a t’irkîye “Art’îgêrkêk”-ê- prokûratûra t’irkî nav  encamanîna gönek’arkirinêye miqabilî DÎ bi delîlî qebûldike, wekî T’irkîa bona DÎ bûye merk’eza berevnivîsar û cîgöhastina tirsk’araye navr’aderbazbûnê.

K’ivþdive, wekî nenihêr’î prokûratûra derheqa DÎ-da  delîlê cidî t’emsîldike, lê T’irkîaêda miqabilî endamê DÎ cezayê ze’f milahîm têne têr’adîtinê û gele delîvada k’ese ij meh’kemê aza têne berdanê.

I’raqêda û Sûrîaêda pey indakirina t’opraxar’a gele endamê DÎ bi r’iya bêqanûnî ketine T’irkîayê, p’areke k’îjana  T’irkîaêda heqê jîyîna bêqanûnî stendîye, p’arek ij welêt dûrk’etîye, lê p’arek jî bi qirara meh’kemê sirgûnkirine. Lê gelek pey sirgûnbûnêr’a careke din bi r’ê-dirbê din T’irkîaêda dîharbûne.

T’irkîaêda meqamatê heqp’arêzîyê bêr’eh’etîyê e’lamdikin, wekî DÎ t’opraxa T’irkîaêda careke din xevata xwe çapikkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button