All NewsTop

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê pêwîstiya hevpeymanên nû dibîne

Gere Ermenistan hewl bide ku hevalbendên nû peyda bike da ku pirsgirêkên xwe yên ewlehiyê çareser bike. Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan civîna çapemeniyê da ev tişt got û tekez kir ku gere her dewleteke aqilmend û  hertim hewl bide ku hevalbend û piştgirên nû peyda bike.

“Piştî felaketeke weke şerê sala 2020’an û bûyerên piştî wê bi taybetî ji bo me eşkere û ferz bû. Em bi rewşeke wisa ra rû bi rû man ku mekanîzmayên hevalbendên me li gorî hêviyên me nebûn. Gelek caran ji aliyê me va nirxandin hatin kirin ku em bûne şahidê nexebitîna van mekanîzmayan. Her wiha di van şert û mercan de, xwezayî ye ku welatê me ji bo jiholêrakirin û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên ewlehiyê hewl bide hevalbendên nû peyda bike.”

Vê çarçoveyê da, wezîr her wiha şandina mîsyona çavdêriyê ya YE`yê li Ermenistanê ku asta ewlehiyê li ser sînor zêde kiriye û her wiha daxuyaniyên hevparên li ser yekparebûna axa Komara Ermenîstanê û têknebirina axa Ermenistanê bi bîr xist. sînorên.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button