
Unîforma nû ya artêşa Ermenîstanê dê standardên NATOyê li ber çavan bigire. Li ser daxwaza nivîskî ya Sputnik Ermenîstanê ev yek ji aliyê Wezareta Parastinê ve hat ragihandin.
Sala borî de Wezîrê Parastinê Sûrên Papîkyan di Meclîsa Neteweyî da ragihandibû ku li artêşê pêvajoya guherandina cilên yekreng hatiye destpêkirin û bi hevkarên navneteweyî re xebat tên kirin.
Nimûneyên cil û bergên welatên endamên NATOyê yên di nav de DYE, Fransa, Yewnanîstan û Komara Çek jî di nav de hatin lêkolînkirin.”
Piştî danasîna cilûbergên nû, Wezareta Parastinê dê bi însiyatîfeke qanûnî derkeve û li gorî vê yekê dê firotina modela unîformayên ku di artêşê de tên bikaranîn bê qedexekirin.







