All NewsTop

Mîrzoyan li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê îhtîmala zêdebûnê dibîne

Li ser sînorê Ermenistan û Azerbeycanê hîn jî îhtîmala derketina aloziyê heye. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ev yek anî ziman û li ser pirsa gelo pirsa hilbijartinên serokatiya DYA û hilbijartinên Konseya Ewropayê da, dema ku hevkarên navneteweyî balê bikişînin ser wê îhtîmala rageşiyê zêde bibe an na.

“Ez difikirim ku îhtîmala mezinbûnê di vê gavê da jî heye. Bi kêmanî gotinên ku me di hevpeyvîna Serokomarê Azerbaycanê de dîtibûn, nahêle em kêliyekê jî hişyariya xwe sist bikin.”

Wezîrê Karên Derve anî ziman ku di hevpeyvîna Alîyêv da li dijî axa serwerî ya Komara Ermenîstanê îddîayên axê yên ne veşartî hene. “Me dît ku bajarek an herêmek din ê Ermenîstanê çawa bi awayekî berevajî hatiye binavkirin, bi giştî ji tevahiya komara Ermenîstanê ra dibêjin Azerbaycana Rojava. Her tim îhtîmala mezinbûnê heye. Gelo ev îhtimal wê di dema hilbijartinan de li welatên cuda zêde bibe? Ez wisa difikirim ku ev ê ratîonal wê bede.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button