All NewsTop

Ji niha û pê ve berhemên pêkhatî yên ku şîr û/an hêkên ku li Ermenîstanê tên hilberandin hene dikarin ji welatên Yekîtiya Ewropayê re bên hinardekirin

Midûriyeta Giştî ya Tenduristî û Ewlehiya Xwarinê ya Komîsyona Ewropî, Komara Ermenîstanê xist nav lîsteya welatên sêyemîn ku ji hêla Yekîtiya Ewropî ve hatine destûr kirin.

Li gor nûçeya “Armenpress”ê, di peyama ku ji teref Saziya Kontrolkirina Xurek û Ewlehiya Ermenistanê ve hatiye dayîn de behsa vê yekê hatiye kirin.

Ji niha û pê de, berhemên pêkhatî yên ku şîr û/an hêkên ku li Ermenîstanê tên hilberandin, dikarin hinardeyî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin.

Biryara Komîsyona Ewropî li ser bingeha fonksiyonên sektora ewlehiya xwarinê li Ermenîstanê û her weha encamên kontrolê hate dayîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button