
Ermenistan bi wijdanî tevlî danûstandinên bi Azerbaycanê ra dibe û em ji pêkanîna aştiyeke mayînde li herêmê zêdetir eleqedar in. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Wezîrê Karên Derve yê Xirvatîstanê ra bersiv daye pirsa rojnamevanê televizyona giştî ya Xirvatistanê ya derbarê hewldanên aştiyê da.
“Em piştrast in ku ev yek ne tenê ji bo nifûsa Ermenîstanê, ji bo dewletên herêmê jî wê sûdmend be. Lêbelê, em dibînin ku çêkeriya me carinan di tevgera cîranên me da nayê kirine. Em bi piştevaniya Yekîtiya Ewropî, da nav yên din da, beşdarî danûstandinan bûne û niha em dibînin ku mixabin Azerbaycan ji nû va destpêkirina danûstandinan li ser platformên heyî red dike.
Lê belê em eleqedar in ku danûstandinan bidomînin. Weke ku min behs kir, em ne ew qas qîmetê didin kesên ku danûstandinan asan dikin, lê ew prensîbên ku gere danûstandin li ser bingeha wan bidomin. Û vê çarçovê da ez careke din tekez dikim ku ew yekparçebûna axê, naskirin û parçebûna sînoran, hevdu naskirina serweriyê ne. Ev prensîb in ku li gorî min gere li ser aşitiyê lihevkirinek çêbibe.”
Derbarê beşdariya Kirwatya yan jî Yekîtiya Ewropayê bi giştî, Wezîrê Derve yê Ermenîstanê di çarçoveya dabînkirina ewlekariya navçeyên sînorî yên herêma me de spasiyên xwe pêşkêşî Kirwatya û YEyê kir.
“Min berê jî behsa mîsyona çavdêriyê ya YE’yê kir û ji bo piştgiriya sala 2023’an jî spasiya Kroatya û welatên endamên YE’yê dikim. ji bo piştgiriya ku ji bo hewcedariyên lezgîn ên penaberên ku di encama operasyonên leşkerî yên meha Îlonê de neçar mane ku Qerebaxê biterikînin tê dayîn.”







