All NewsTop

Ermenistan ji Azerbaycanê hêvî dike ku garantî hebe ku  îddîayên xastina erdî yên veşartî tinebe. Paşînyan

Di pêvajoya aştiyê de, Ermenistan ji Azerbaycanê hêvî dike ku garantî hebe ku  îddîayên xastina erdî yên veşartî tinebe û amade ye ku bi awayekî wisa heman garantiyê bide Azerbaycanê.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di rûniştina koma înîsiyatîfê ya partiya “Peymana Sivîl” de ragihand ku xebatên li ser peymana aştiyê gihîştine ku derê.

Xebat gihiştiye wê astê ku em ji Azerbaycanê û Azerbaycanê jî ji me ra garantiyên zêde dixwazin, ku me daxwaz û mebestên me yên eraziyê ji hev veşartî nebin. Û em di jêr notên Azerbeycanê dae, belkî jî yên Azerbaycanê, pêşniyarên me, daxwazên erdî, eger ne îro, xetereyên pêşerojê dibînin.”

Serokwezîr aştiya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ji aliyê teorîk ve mumkin dibîne. Û bi rastî jî axaftinên dewra dawîn di wî warî de bûn, ku Ermenistan û Azerbaycanê tu daxwazên erdî ji hev nînin û bi hev re li ser xwe disekinin ku di paşerojê de jî daxwazên wiha yên erdî nekin. Ev têgihiştina ku di vê demê de hatîya bidest xistin ê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button