
Daxuyaniyên ku ji Bakûya fermî tên, dibe ku wisa biê kivşê ku Azerbaycan dixwaze bi zanebûn pêvajoya aştiyê bîne bendekê, lê vê rewşê da jî, Ermenistan naxwaze stratejiya xwe biguhere.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di rûniştina koma înîsiyatîfê ya partiya “Peymana Sivîl” da daxuyanî da û hûrgiliyên pêvajoya aştiyê pêşkêş kirî.
“Daxuyaniyên Bakûya fermî jî dibe ku têgihîştinekê bide ku Azerbaycan bi mebest û hin armancên din dixwaze pêvajoya aşitiyê biqedîne. Lê bi vê şîroveyê ra jî, ez difikirim ku gere em stratejiya xwe neguherînin. Stratejiya me xurtkirin û tesdîqkirina serwerî, serxwebûn, yekparçeyiya axa Ermenîstanê ya li gorî Danezana Almatayê bûye û gere berdewam be, ji ber ku ev têgihîştina wisa cem civaka navneteweyî jî heye.”
Li gorî Paşînyan, heger derkeve holê ku Azerbaycan li gorî senaryoya herî xirabe ku wî behs dike rê va diçe, gere ev stratejiya aliyên Ermenî neguhere. Stratejiya Ermenîstanê gere li ser esasê rewabûnê be.







