
Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê, 34 sal berê îşaret bi komkujî li dijî ermeniyan ên li Bakûyê kir û destnîşan kir ku ev komkujî bûne lûtkeya polîtîkaya koçkirina bi darê zorê ya gelê Ermenî ji Komara Azerbeycanê û paqijkirina etnîkî.
Wezaretê derbarê vê yekê de li ser platforma “X”ê peyamek weşand û destnîşan kir ku bi sedan kes ji ber komkujî hatin qetilkirin, sinetkirin û windakirin, nîv milyon kes penaber bûn.
Di nivîsê de wiha hat gotin: “Em bejna xwe li ber bîranîna qurbaniyên bêguneh ditewînin û tekezî li ser pêwîstiya rêgirtina li van polîtîkayên bi vî rengî û pêwîstiya bi destxistina hemû mafan dikin.”







