All NewsTop

Paşînyan ji Alîyêv re pêşniyar dike ku peymana kontrolkirina çekan îmze bikin

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv re pêşniyar dike ku peymana kontrolkirina çekan îmze bike. Wî ev yek di civîna koma destpêşxerî ya partiya “Peymana Sivîl” de ragihande.

Bi gotina wî, Azerbaycan ji aliyekî ve dibêje ku ew dixwaze artêşa xwe bihêz bike, ji aliyê din ve gazinan dike ku Ermenistan ji Fransa û Hindistanê çekan dikire.

“Ez dibêjim, mantiq li vir çi ye? ku Ermenîstan ne xwedî artêş be? Eger ev têgihîştin be, wê demê mafê hebûna Ermenîstanê tê pirsîn, ev yek bi temamî nayê qebûlkirin. mafê her welatekî heye ku bibe xwedî artêş. Loma jî em dibêjin: werin em peymana aştiyê îmze bikin ku îhtîmala şer nemîne.

Serokwezîrê Ermenîstanê li ser pêvajoya muzakereyê jî diyar kir ku Ermenistan û Azerbaycan bi zimanên cuda yên dîplomatîk diaxivin.

Dê gelek alozî hebin, lê pirs ew e ku em li ser rêya çareserkirina van aloziyan in yan na.”

Paşînyan teqez kir ku bi kêmanî ew bi wî awayî diçe, ew hêvî dike ku rêberê Azerbaycanê jî bi wî awayî here.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button