All NewsTop

Ermenîstanê 434 mîlyar USD veguhezt qata hevpar a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û ji sedî 61 kêmtir, 43.4 mîlyon USD paşda stand

Di warê hatinên ji qata hevpar a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de, di sala 2023’an de ji nîşaneya sala 2022’an ji sedî 32 derbas bû. Ev yek ji aliyê Alîkara Serokê Lijneya Dahatên Dewletê Karen Tamazyan ve hat gotin.

“Wekî hûn jî dizanin, baca gumrukê ya ku ji Ermenistanê tê standin, derbasî pola hevpar a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê dibe û ji wir jî li gorî rêjeya Ermenîstanê ku ji sedî 1,22 ye, derbasî butçeya dewletê dibe. Di vî warî de, nîşanan wiha ne: Di sala 2023an de derdora 434 milyar USD ji aliyê Ermenîstanê ve hatiye komkirin û derbasî bûdceya giştî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê bûye û Ermenistanê jî derdora 43.4 milyar dram ji Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê wergirtiye, yanî 391 milyar USD kêmtir.”

Li gorî Tamazyan, di vê sektorê de zêdebûn di îthalata wesayit, alavên malê û kompîturê, berhemên titûnê, vexwarinên alkol û bêalkool û her wiha madeyên sotemeniyê: benzîn, sotemenî de çêbûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button