Ermenistan amade ye ku bi Naxîcanê re peywendiyê bide Azerbaycanê. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna koma înîsiyatîfê ya partiya “Peymana Sivîl” de, bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyêv.
Li gorî wî, hewl tê dayin ku di derbarê Ermenîstanê de gotûbêjeke korîdor were çêkirinê.
Hêjayî bîrxistinê ye, di 9ê çirîa paşin 2020an de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyêv derbarê rawestandina şer da daxuyanîyeke hevpar dabûn.
Di daxuyaniya sê alî de, bi taybetî hatîe gotin ku Ermenistan di navbera herêmên rojavayê Azerbaycanê û Komara Xweser a Naxîçevanê de girêdana veguhestinê peyda dike.