
Louvre xwe amade dike ku beşek ji hunera Bîzansî û Xirîstiyaniya Rojhilat ava bike, ku dê Ermenîstan jî tê de cih bigire. Balyozê Fransa yê Ermenîstanê Olivier Decotigny li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya X de nivîsî.
“Bi 9,6 mîlyon ziyaretvan her sal, Louvre di cîhanê de yekem e. Louvre xwe amade dike ku beşek ji hunera Bîzansî û Xirîstiyaniya Rojhilat ava bike, ku dê Ermenîstan jî tê de cih bigire. Û li Ermenîstanê, Louvre piştgirî dide ji nû ve dîzaynkirina Muzeya Erebuni,” balyozê Fransa nivîsîe.







