All NewsTop

“Korîdora Zengîzûrê” ji bo Tirkiye û Azerbaycanê ne aborî, projeyek leşkerî-siyasî ye

Aliyê Tirkî-Azerbaycanî dîsa nîqaşên li ser teza derewîn a “Korîdora Zengezûrê” aktîv kir, di dawiya salê de Bakûyê ragihand ku axa Ermenîstanê jê re “balkêş” nîne û bi navê nû. Rêya hevwateya “Korîdora Zengîzûrê” dê di nav xaka Îranê re derbas bibe, ku Têhran berê jî pê razî bû. Şêwirmendê serokkomarê Azerbaycanê Hîkmêt Hacîyêv gotîe, “Rêya ku di ser Ermenîstanê re derbas dibe pabendbûna Erîvanê ye, ku gere were cîbicîkirin.” Tirkiye jî li bendê ye ku heta sala 2029’an projeya “Korîdora Zangezûrê” were tetbîqkirin.

Çi guherî, çima Azerbaycan dîsa li ser vebijarka rêya ku ji Ermenîstanê derbas bibe israr dike? Li gorî lêkolîner û pisporê Kafkasiyan Karên Îgîtyan di pirsa Qerebaxê de Tirkiye û Azerbaycan hewl didin Ermenîstanê bixapînin.

Li gora hevpeyivîna “Radiolur”ê, berî êrîşa 19ê Îlonê ya li dijî Qerebaxê, îhtîmala ku Bakû bi aktorên din ên navçeyî re danûstendinan kiribû û bi gihandina rêkeftinekê, dest bi belavkirina mpirsa pêkanîna rêyên navbera Tirkiye û Azerbaycanê di nav axa Îranê de kiribû. Qafkasyazan wisa dihesibîne ku dagirkirina Qerebaxê buhaya derbaskirina teza derewîn a “Korîdora Zengezûrê” bû. Karên Îgîtyan dibêje: “Lê ev palgeheke nerm bû, diyar e ku ji bo Azerbaycan û Tirkiyeyê “Korîdora Zengezûrê” ne projeyek aborî ye, lê projeyek leşkerî-siyasî ye ku divê jeopolîtîka herêmê biguherîne.” , pisporê li ser pirsgirêka Artsakh, zanyariya Qefqasyayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button