
Di sala 2023an de 2 milyon û 300 hezar geştiyar hatin Ermenistanê û piraniya wan ji Rûsyayê hatibûn.
Ev yek ji aliyê serokê komîteya turîsmê ya Wezareta Aboriyê Sîsîyan Poghosyan ve hat ragihandin.
Poghosian wiha got: “Di sala 2023an da 2 milyon û 300 hezar turîstên me hebûn, li gor sala 2019an ji sedî 20 û li gor sala 2022an jî ji sedî 39 zêde bûye.”
Ji sedî 50 turîstên ji Rûsya, Gurcistan û Îranê hatine di rêzên duyemîn û sêyemîn de ne. Paşê gelek ermeniyên dîasporayê ji DYE hatin. Serokê komîteyê jî behs kir. “Em niha gelek tûrîstên Hindistanê hene ku ji Dubai têne. Elmanya, Fransa jî ji bo me bazarên mebestên girîng in. Çîn di nav 10 welatên ewil de cih digire.”







